Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya Azad û pêkanîna komîteya vegerandina maf û giliyan

Navenda Nûçeyan-Efrîn

Beriya bi sê rojan me behsa wê yekê kir ku çekdarên Feyleq El Şam, ku kontrola bajarokê Meydan Ekbes û piraniya gundên navçeya Reco dikin, darên zeytûnan bi hinceta bûdekirina daran dibirin û her darekê tenê li ser şaxekî dihêlin, ji bilî birîna darên Çinarê û darberiyê( Gêlberî) herwiha destdanîna ser zeviyên kurdan li nêzîkî ava reş ji bo çandina genimî.

Endamên komîta vegerandina maf û giliyan serdana çend zeviyan kirin ku di raporê de behsa wan nehatibû kirin, bi hinceta li dîvçûnê û ji bo redkirina tiştên di raporê de hatibûn kirin bikin, lê ya rast jî karê vê komîtê bi awayekî ne fermî, ji ber guvaşên hêzên dagirkeriya tirk û fermandarên milîsan, hatiye sekinandin û ji ber qewitandina xelkê kurd ên rewşên dema diçin gilî dikin û ji ber Pirbûna giliyan karê wê tenê bûye şeklî.

Her dîsan di mijara birîna darên zeytûnan de, roja duşemê di 07.12.2020an de çekdarên ser bi Feyleq El Şam ve bi fermandariya Ebû Ikrîme, li gundê Gawinda /Reco darên van herdu welatiyan birîn:

1-Mihemed Elî Hesen (Mihoyê Elik) 150 dar 2-Şêxo Mela Nasan, 100 dar

07/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê