Çekdarên kêm yên bê exlaq û dûrî mirovahiyê

NavendaNûçeyan-Efrîn: Çekdarên milîsên Lîwa Siqûr El-Şemal rojên Şemî û Yekşemê di 17-18-.07.2021an de li gundê Şêxrozê kêlikên tirban têk birin û kevirên wê jî dizîn, da ku pê li pêş malên hawirde têde bicih bûne, rêkbixin.
Ev kiryara hovane ya çekdaran bi taybetî ku beriya cejna qurbanê kirin, nîşana wê yekê ye ku ew bê exlaqên mirovahî, olî ne û ti rêzgirtinekê ji miriyan re jî nakin.
Goristana hatiye têk birin, a hersê gundê Şêxorzê û gundê Heftêr û Ubûdanê bû, ev ne cara yekê ye çekdar wisa li goristnên kurdan li Efrînê dikin, beriya niha jî , par sal, goristaneke Cindirsê , goristaneke gundê Hesendêra li Bilbilê têk biribûn, herwiha çend mezarên Îslam û Êzdiyan jî.

20.07.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê