Tirk koçberên kurd topbaran dike

NavendaNûçeyan-Efrîn: Di wan herdu rojên derbasbûyî de, di 10-11.07.2021an de, topxaneya tirkan ji navenda xwe ya leşkerî ve li gundê Tilifê yê li Navçeya Cindirêsê, devera Şehbayê yê li gundewarê Ezazê da ber topan, ku di encamê de ziyan gihand dikanan û malên xelkê sîvîl û çend kesên sîvîl jî birîndar bûn, ew jî ev in :
1- Zarokê 10 salî yê bi nave Mihemed Welîd Ereb
2- Sozan Mehmo Umer, 30 salî
3- Zêneb Ehmed Ereb, 40 salî, ji Navçeya Reco
4- Hêvîn Reşîd, 40 salî, ji Navçeya Reco
5- Nihad Mihemed Elî, 32 salî, ji Navçeya Cindirêsê
Ji her dijwariya jiyanê li devera Şehba ya di bin destê rejîm û çekdarên bi ser ve de, xelk berê xwe died Helebê,lê Asayîşa ser bi rêveberiyê ve rê li ber wan digire û nahêle kesek ji Şehbayê derkeve, ji ber jî wan digirin û kelûpelên wan jî desteser dikin, ji bilî rezîl û riswakirina xelkê.

12.07.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê