Danasîna me

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

Em kî ne?

Rêxistina me,Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê, rêxistineke sivîl ne hikûmî û serbixwe ye, giringiyê dide pirsên mafên mirovan li Kurdistana Sûriyê bi giştî û Bajarê Efrînê bi taybetî.

Ji despêka êrîşa tirkan ser Bajarê Efrînê ve di Adara 2018an de, rêxistina me hatiye damezrandin.

Rêxistin ji komek ji çalakvanên civaka sivîl pêk tê ku bi xwe jî xelkê deverê ne, ji deverê cur bi cur in jî.

Tevî rewşa dijwar ku çalakvanên me li hindir tê re derbas dibin, lê em dikarin her çi binpêkirinên mafên mirovan li ser erdê tên kirin bi taybetî tawanên nemirovane ku tenê encamdan, li gorî pirensîpên navdewletî û Yasayî belge bikin û bigihînin aliyên navdewletî yên pêwendîdar.