Rêbendên rejîmê û standina pera ji xelkê

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Xortê kurd yê ji gundê Xilalka yê Nacçeya Bilbilê, Azad Ebdilqadir Soran, 35 salî, ji ber eşkenceya hovane li ewlehiy siyasî li Helebê, roja Duşemê di 19.07.2021an de jiyana xwe ji dest da, rejîmê malabata wî agahdar kir ku termê wî radest bibin.
Rihmetî beriya du mehan li ser rêbendeke rejîmê di navbera Taxa Eşrefiyê û Şêx Meqsûd bi otombêlê derbas bû bêyî bisekine, ji ber vê jî çekdarên rejîmê gule berdan otombêlê, ku di encamê de herdu alî bi guleyan bi hev ketin û li dawiyê jî Azad hate girtin, hevalên wî reviyan û yek ji hevalên wî ku ew jî ji Reco ye birîndar bû û xwe gihand Şêx Meqsûd, herwiha çekdarekî rejîmê jî hate kuştin. Azad bi bihaneya qaçaxkirina hebeyên hişber ji bo ewlehiya siyasî hate radestkirin, bêyê ji bo dadgehl bê veguhestin.
Li aliyekî din jî, rêbendên hevbeş ên rejîmê, ewlehiya leşkerî û firqeya çaran, astengiyan ji xelkê kurd ên li Taxên Eşrefiyê û Şêx Mqesûd dimînin, çêdikin, bi taybetî bazirgan û pîşesazan û zibûnên wan, ku wan pişkinîn dikin eger dolar bi wan re hene yan na, eger bi kesekî re bî dîtin, ew pere têne desteserkirin da ku pera ji ber ve ji wan bistînin, herwiha pera li pertalên kabil û nihasan jî dixin û desteser dikin û difroşin bazirganên xwe yên xwecihî.

22/07/2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê