Rûgirtî welatiyekî direvînin

NavendaNûçeyan-Efrîn: girûpeke rûgirtî ji çekdarên ser bi PYDê ve li Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, di 12.02.2021an de xortê bi nave Mahir Ehmed Brahîm, 30 salî, ji cihê karê wî yê dirûnê revandibûn û heya niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.
Navbûrê ji gundê Qûta yê navçeya bilbilê yê Efrînê ye û beriya bihata revandin, li ser Faceebookê bi rêya navên nenas gef lê dihatin xwarin. Navbûrî tendirustiya wî jî ne li ser hev bû, ku beriya bihata revandin, niştegerî çêkiribû û ji neçarî ve bi rêveberiya berê re ji sala 2009an heya 2013an bi wan re kar kiribû.

09.07.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê