Hikûmeta Demkî û bicihkirina biryarên Wezareta Dadê

NavendaNûçeyan-Efrîn: Mihemed Fehmî Ebdo, ku bawenameya doktora bi endezyariyê standiye û ji gundê Xirêbe yê Navçeya Şikaka/Şera, ku ji 07.04.2020an ve ji aliyê polîsê ewlehiya siyasî ve dema ji nivîsgeha endezyaran a Encûmena Xwecihî derdiket û ber bi malê ve diçû hatibû revandin, heya niha girtî ye.
Cara yekê ew dane ber dadgehê , bi tuhmeta lawazkirina hesta netewî û bilindkirina hesta hişk a nijiadperestî û olî hatibû dadgekirin, lê di 15.06.2020an de ew bê guneh derketibû û dadgehê biryara serbestberdana wî dabû, lê tirka biryara ddadgehê red kir û rî li ber serbestberdana wî girt.
Dadgeha tawanan careke din ew dane ber dadgehê, dîsa bi heman biihaneyê û bi 3 salan biryara zindanîkirina wî derxit û li gel 7 hezar lêreyên tirk jî weke siza lê hate ferzkirin, dadgehê bihaneya tawana destdirêjiya guhertina destûra welatî jî ji ser rakir û bê guneh derxist! Ew giştî ji ber posteke facebookê ku Dr. Fehmî belav kiribû!
Parêzerê girtiyê navbûrî, biryara dadgehê red kir û daxwaza dadgehkirineke din jê re xwestibû, li gel destêwerdana hin kesatiyênHikûmeta Demkî û Îtîlafê jî, redkirina biryara dadgehê hate qebûlkirin, ji ber vê jî dozgeriya giştî daxwaza redkirina beşekî ji biryarê kir, bi taybetî beşê 2 û 3, ji ber vê jî di 09.06.2021an de lihevkirin wisa çêbû ku herdu redkirin bên qebûlkirin, redkirina Mafê Giştî, qebûlkirina redkirina Dr. Fehmî û redkirina biryara redkirinê, vegerandina garantîkirinê ji kiryara wî ye û vegerandina doseya wî ji bo jêdera yekê.
Li gorî van biryaran, girtiyê bi navê dr. Fehmî bêguneh e û divê li gor biryara dadgehê ya roja 15.06.2021an ew serbest bê berdan, bi biryara tirkan jî ev biryar heta niha nehatiye bicihkirin.

20.07.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê