NavendaNûçeyan-Efrîn: Ebû Mehmûd ku çekdarekî milîsên Sultan Mihemed Fatih e, roja Şemiyê di 17.07.2021an de li gundê Mamila ya Reco, rê li ber welatiyê bi navê Mistefa Reşîd Zengî dema barkirina çiloyê rezî de,70-80 kîlo, girt û rezîl û riswa kir, ku çima diçe çilo bifroşe gundê Badîna û nafiroşe bazirganê wan yê xwecîhî ku çekdaran destnîşan kiriye. Bi ser de jî çend gulê bi ser serê wî re avêtin û gefên kuştinê lê xwarin.
Navbûrî jî gote wî ku bazirganê çekdaran her kîloyekê. I 4 hezaran dikire, lê bazirganên din bi 6 hezaran dikirin.

Wek tê zanîn jî hawirde demsala simaqê û çiloyê rezî parastina çekdaran ji bêtirî mehekê ve didizin.

19/07/2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê