Dizê wê bi destê parêzvanê wê ye

NavendaNûçeyan-Efrîn : Piştî ku tirk derbasî Efrînê bû û destên xwe danîn ser,rê li ber milîsên bi ser ve vekir ku her tiştê bi dest wan bikeve, bidizin, j iwan jî milîsên Sultan Silêman Şah(Emşat) bi fermandariya Ebû Emşe ku dest danîne ser gundê Qermitliq yê Şiyê .
Çekdaên milîsa navbûrî beriya vê, janaratora ava gunda dabîn dike, dizîn, ji ber vê jî beriya du rojan çekdaran li her malekê j ibo kirîna janarotereke nû, 50 dolar ferz kirin .
Fermandarê Hemzata jî, Ebû Sultan, li gundê Kokanê yê Navçeya Mabata, roja Şemiyê di 10.07.2021an de, bi rêya muxtarê gund xelk kom kir û gote wan ku biryar ji Îtîlafê hatiye standin her malekê 300 lêreyên tirk jê bistînin, ew jî ji ber parastina çekdaran ji gundiyan re ! gundiyan jî nerazîbûna xwe nîşan dan, ji ber ku jiyan zehmet û bi ser de jî divê pera bidin çekdaran.
Ji ber vê jî çekdaran gotin kî heta roja Yekşemê pera nede, nabe nêzîkî şivanên hawirde bibin dema bikevin nava zeviyên wan an jî êzingên wan bibirin.

12.07.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê