Polîsê leşkerî û komîta Vegerandina Maf û Giliyan navbênkariya dizan dike

NavendaNûçeyan-Efrîn: Danê êvarê roja Şemiyê di 17.07.2022an de di navbera milîsên Ehrar El-Şerqiyê û firqeya nehan de li ser nakokiya desteserkirina maleke kurdên koçberkirî de şer derket, ku demjimêrekê domand û tê de bi çekên sivik û nîvgiran weke Doşka û RBC bikar anîn.
Di encama van pevçûnan de çend çekdarên diz birîndar ketin, bi taybetî ji aliyê firqeya nehan. Pevçûn û ketina topekê li ser mala sîvîlan ku hawirdeyekî ji Xûta têde dimîne, metirsî bêtir xiste dilê sîvîlan, ku çend sîvîl jî birîndar bûn û ziyan giha otombêl û dikanên nêzîkê wê.
Piştî vê yekê, Komîta Vegerandina Maf û Giliyan li gel polîsê leşkerî ketelin navbera herdu aliyan, ku di encamê de tax di navbera wan herduyan de hatin dabeşkirin, da ku bi kêfa xwe diziyê bikin weke her car. Bi vî awayî jî herdu alî lihev hatin.

18/07/2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê