Çekdarên ser bi Hikûmeta Demkî ve karmendan direvînin

NavendaNûçeyan-Efrîn: Çekdarên ser bi wezareta berevaniyê ya Hikûmeta Demkî ya ser bi Îtîlafê ve karmendekî rêveberiya xwecihî revandin.
Li gor jêderan, çekdarine rûgirtî, derdora 5 kesan, Roja Înê danê êvarê derdora deh û nîvê şevê welatiyê bi nave Ehmed Bekir endamê Encûmena Xwecihî li bilbilê ji mala wî li gundê Hazira revandin û piştî pereyên pêre hebûn û telefona wî jê dizîn, ew birin nava erdan û avêtin bîrekê, lê wî pişt re bi sibehê, roja Şemiyê di 10.07.2021an de, karî xwe ji bîrê derxistiba û bi meş xwe gihandibû gundê Qestelê Xudriya.
Beriya niha jî navbûrî hatibû revandin, ku di 12.12.2018an de ji aliyê çekdarên Sultan Osman a bi fermandariyaEmar Biyanûnî li pêş guvaşgeheke zeytûnan a gundê Qesttelê Xudriya hatibû revandin.
Herwiha Enddamê Encûmena Xwecihî yê Reco Hesen Xelîl yê ji gundê Berbenê ji aliyê girûpeke 4 kesî ya rûgirtî ve hate revandin, her tiştê pêre bû(telefon, pere û çek) jê standin û piştî çend demjimêran li nava baxçan serbest berdan piştî ku eşkence kirin.

10.07.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê