Çekdar pera li xelkê ferz dikin

NavendaNûçeyan-Efrîn: Çekdarê bi navê Ebû Xelîl yê ser bi milîsên Feyleq El-Şam ve li gundê Gewanda, roja Yekşemê di 04.07.2021an de, destdirêjî li ser pîrejina bi navê CÎhan Osman Mehmo ya 75 salî kir û bi kursiyê lêxist, ji ber ku ew razî pera bide wî, ku çekdar daxwaza pera jê kiribû ji ber ku ew wan diparêzin.
Li aliyekî din jî, dizî li gundên meydana li Reco bi hatina demlsala çinîna Simaq, gûz û bahîva bêtir bûye, ku çekdar li pêş çavên tirkan tiştên xelkê didizin û tirk tiştekî nake. Di vê derbarê de jî, çekdarên darên Simaqê yên çend welatiyan têk birin, ew yên van in : Cemîl minle Nasan, Şêxmûs Elî Emîn, Hesen Şêx Brahîm û Hisên Mihemed Sîdo.

12.07.2021
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê