Kampên koçberan.. Nerazîbûn û teqîna mayînan

Navenda Nûçeyan-Efrîn

Ji ber rewşa xirab a koçberên xelkê Efrînê, ku bi zorê di şerê Efrînê de ji malên xwe hatibûn derxistin, û ji ber dorpêça abûrî ku rejîmê û hêzên bi ser ve danîne ser wan ji nehêştina derketina ji derve ve ji wan herçar kampan û ji gundên derdorê, herwiha rênedana derbasbûna pêdiviyên xwarinê, şîrê zarokan û sûtemeniyê ji bo nava kampan, ji mehekê û vir ve nerazîbûnên koçberan berdewam dikin.

Ji ber vê rewşê jî, ew koçber li pêş rêbendeke hêzên ewlehiya asmanî ya ser bi firqeya çaran ve a rejîmê, derketin xwepêşandanê û daxwaza bidestxistina sûtemeniyê di vê seqema demsala zivistanê de kirin, herwiha daxwaza peydakirina dermanên pêwîst ji ber belavbûna vîrûsa Korona kirin, herwiha daxwaz kirin ku dorpêç li ser wan bê rakirin û vegerin mal û milkên xwe li Efrînê, ku rejîm bi yekê tohmetbar kirin ku destê wê bi Tirkiyê re hebû di çûyîna Efrînê de ji ber bêdengiya rejîmê li hember wê yekê, ku bi rêkeftinên herêmî bû bi rêya Rûsiya ji ber berjewendiyên wê yên abûrî.

Ji aliyekî din ve jî, mayîneke çandî di nava zeviyên zeytûnan de li devera Şehba roja çarşemê di 02.12.2020an de teqiya û di encamê de zarokê bi navê Mihemed kurdî bi giranî birîndar bû ji ber wê jî li dawiyê jiyana xwe li nexweşxaneyê ji dest da.

Beriya niha jî me eşkere kiribû, ku ew mayînên li devera Şehba ji aliyê berpirsên rêveberiya xweser ve hatine çandin ji ber rêgirtina li ber vegera xelkê ji bo Efrînê ye, tenê ji ber berjewendiyên rejîmê û pîlanên herêmî yên bicihkirina hawirdeyan.

06/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê