Li Efrînê ferzkirina Bacê û talankirin berdewam

Navenda Nûçeyan-Efrîn

Çekdarên girûpa El Nuxbe bi fermandariya Emîd Mutez Reslan, ku gundê Umer Simo yê ser bi navçeya Şera /Şikêk ve kontrol dikin û piştî dizîna dahata 27 hezar darên zeytûnan, di herdu rojên derbasbûyî de serê her malekê 2 tenekeyên zeytê ferz kirin.

Herwiha bi zorê jî darên koçberan bûdek dikin û êzingan ji xwe difroşin, tevî vê ji hîn eger rêdana encûmena xwecîhî nebe, rê nadin xwediyên zeviyên zeytûnan ku li ser erdê xwe ne, êzingên xwe ji zeviyên xwe derxin û bibin malê yan jî xwe re bifroşin û eger rê bidin jî tenê hinekî dihêlin,lê belê hawirde û çekdar re rê li ber wan vekirî ye êzingan bibin û darên zeytûn, merx û kajê( sinûber) çi bi otombêlan çi bi tirektoran veguhêzin û bibin.

Ji aliyekî din ve, çekdarên heman gurûpê roja Sêşemê di 01.12.2020an de mala welatiyê bi navê Mihemed Îse (Muxtarê gundê Dêrwîş-Şera) pişkinîn kirin, bi bihaneya ku çekên giran di mala wî de hene û di encamê de 4 rojan li cem wan girtî bû û li pêş çavên xelkê rezîl û riswa kirin, tenê ku bi wê yekê peran jê bistînin.

05/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê