Revandin, dizîn û standina bacê karên Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya Azad in

Navenda Nûçeyan-Efrîn

Bi hinceta lêgerîn û girtina kesên hewla terorkirina fermandarê bilind ê milîsên Feyleq El Şam Hemze Ebû Zêd kiribûn, ku beriya niha di 04.12.2020an de bi mayîneke çandî li ser rêya Basûfanê û Bi’iyê hewla terorkirina wî hatibû kirin û di encamê de bi giranî birîndar bibû û ji bo nexweşxaneyeke Tirkiyê hatibû veguhestin, çekdarên wê girûpê roja şemiyê di 05.12.2020an de dest birin ser gundê Basûfanê (gundekî kurdên Êzdî ye), gundê Bi’iyê û Kebaşînê û di encamê de 10 welatî girtin û li wan dan bêyî ku ti tihmetekê arasteyî wan bikin, piştre birin navenda wê girûpê li gundê Îska, kesên girtî ev in:

1-Samêr Mamed Hisên, 35 salî,gundê Kebaşînê 2-Basîl Mamed Hisên,22 salî, gundê Kebaşînê 3-Elî Kazim Elî, 22 salî, gundê Kebaşînê 4-Ehmed Hindî Hindî, 32 salî gundê Kebaşînê 5-Riyad Elî Cûma, 33 salî, gundê Basûfanê 6-Rêzan Brahîm Erebo, 22 salî, gundê Basûfanê 7-Dilbirîn Erebo, derdora 30 salî, gundê Basûfanê, ku beriya niha di Adara 2020an de bi guleyên çekdarên wan milîsan birîndar bibû ji ber ku razî nebibû ji mala xwe derkeve, ji ber vê jî hatibû girtin, lê ji ber birîna wî pişt re hate berdan lê heya îro jî ji ber wê birînê dinale.

Hîn jî girtin û revandina welatiyan li gundên derdorê jî berdewam e, hineke din jî piştî çend demjimêran ji girtinê serbest hate berdan.

Mîta Tirkiyê li Bajarê Ezazê roja Pêncşemê di 03.12.2020an de 2 welatiyên bajarê Efrînê girtin, ew jî ev in :

1-Welîd Abid, 55 salî, gundê Maratê /Efrîn ji ber wan zanî ku ew xwediyê guvaşgeheke zeytûnan e, ku ligel welatiyê gundê xwe Mihemed Sadiq diçû Ezazê ji ber şehadeta xwe ji bo dadgehê bide.

2-Mihemed Hesen Şêx Sadiq, 30 salî, beriya niha bi tuhmeta hebûna pêwendiyê bi rêveberiya xweser re hatibû girtin û pişt re serbest hatibû berdan, lê jê xwestibûn ku bi şahidhalekî ji gund dîsa vegere şehadeta xwe bide, heta niha çarenivîsa wan herduyan nediyar e.

Ji aliyekî din ve jî, çekdarên ser bi Sultan Silêman Şah (EMŞAT) ve ya bi fermandariya Mihemed Casim, naskirî bi Ebû Emşe, roja şemiyê di 05.12.2020an de li welatiyekî gundê Qertmitliq /Şiyê bi navê Fexrî Rifat, derdora 58 salî, ferz kirin ku 14 hezar dolarên emerîkî weke bac bide ji ber çinîn û berhemanîna zeytûnên malbata bi navê Şêx Silêman, ku ew jî bi neçarî ji Efrînê koçber bûye û li devera Şehba dimîne!

Herwiha çekdarên heman girûpê dest danîn ser zeviyên welatiyê bi navê Ukaş Beklero û derdora 1500 şiwal zeytûn ji berhemên wan zeviyan dizîn. Beklero beriya niha tiştên mala wî tev de hatibûn dizîn û neçar bibû derkeve û berê xwe bide Lubnanê.

Çekdarên heman girûpê dest danîn ser hemû milkên welatiyê bi navê Mihemed Reşîd Dawûd û daxwaza 2 hezar dolar ji Henîf Beklero kirin ji ber ku wî ji ber welatiyê bi navê Mihemed Reşîd Dawûd ve darên zeytûnan çinîbûn.

07/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê