Teqîna otomobîlekê û topbaran

Navenda Nûçeyan-Efrîn

Îro di 04.12.2020 an de li navenda navçeya Cindirêsê ya Efrînê û di berdewambûna nakokiyên xwe bi xwe de di navbera milîsên çekdar de, pakêteke teqîner bi otombêlekê de ji cureya Sentafi teqiya, ku di encamê de polîsek birîndar bi giranî birîndar bû û lingekî wî jî hate birîn, herwiha malbatek ku li nêzîkî cihê bûyerê bû birîndar bû û ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin.

Li aliyekî din jî, hêzên dagirker ên Tirkiyê rojên Çarşem û Pêncşemê bi topan ji navendên xwe li gundê Tilifê yê ser bi Cindirêsê ve deverên di bin kontrola hêzên rejîma Sûriyê û hêzên bi ser ve (gundên Saxûnakê, Aqîbê, Zaretê, Eyn Deqne û bajarokê Til Rifatê) , topbaran kirin.

Îro roja Înê 04.12.2020 jî carcaran dengê topbaranê dihate bihîstin û balafir li ser asmanê Efrînê dîsa difiriyan, ku weke nîşaneke lihevkirineke rûsî – tirkî li ser deverê.

Beriya niha hêzên ser bi rejîma Sûriyê ve operasyonek li dijî leşkerên tirk û çekdarên ser bi ser ve li nêzîkî bajarokê Basûtê Pêk anîbûn û di encamê de leşkerekî Tirk, ku bi regez kurd bû û navê wî Mihemed Alton bû, hate kuştin û çend çekdarên ser bi Tirkîyê ve birîndar bû û çend otombêlên leşkerî hatibûn şewitandin.

04/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê