Artêşa Niştimanî ya Sûrî… Destdirêjî û birîna daran

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Çekdarekî 14 salî yê ser bi Cebhe Şamiyê ve li gundê Raca yê navçeya Mabata roja Duşemê di 07.12.2020an de destdirêjî bire ser dukandarekî xort ê kurd û temen 17 salî û zimandirêjî jî pê re kir, ji ber ku dukandar razî nebû bi deyn bifroşe wî.

Herwiha du girûpên çekdar ên Hemzata ligel çend karkeran ku gundine rojhilatê navçeya Cindirêsê kontrol dikin, rojên 10-13.12.2020 berhemên zeytûnan çinîn û şaxên qaling jî, bi hinceta bûdekirina daran, ji xwe re qut kirin û dizîn. Ew zevî jî yên gundiyên herdu gundên Qijûma û Çolaqa ên ser bi Cindirêsê ve ne.

Heya niha jî 1400 darên zeytûnan birîne û hîn jî dibirin.

14/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê