„Deverên azadkirî“ tevlîhevî û nearamî

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Ne tenê deverên di bin kontrola hêzên rejîmê de ne aram in, lê belê hîn deverên di bin kontrola Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya Azad de jê xirabtir in û bi germkirina fitneyên mezhebî û nêrînên nîjadperest û şovînî li hemberî kurdên resen û revandina welatiyan ji ber standina pereyan, dizîn û talankirinê, didin ser rejîmê.

Li navçeya Cindirêsê ya Efrînê, Mîta Tirkîyê û polîsê leşkerî roja sêşemê di 01.12.2020an de çend welatiyên kurd li taxa Jêrîn a Cindirêsê bin çav kirin û hîn çarenivîsa wan ne diyar e, ew jî ev in:

1-Xalîde Şêx Murad 2-Emîne Xalid Ebdo Murad, keça Xalîde 3-Mihemed Hec Yûsif 4- Ehmed hec Gulîn

Li navçeya Reco jî, Mîta Tirkiyê û polîsê leşkerî, bi hinceta pêwendiya bi rêveberiya berê li Efrînê û leşkeriya neçar, roja yekşemê di 06.12.2020an de du welatiyên gundê Badîna bin çav kirin û hîn jî çarenivîsa wan ne diyar e, ew jî ev in :

1-Mihemed Hebeş Heno, 55 salî 2-Mihemed Hisên Dehdo, 30 salî

Li navçeya Şiyê jî, milîsên Sultan Silêman Şah bi fermandariya Mihemed Casim Ebû Emşe roja çarşemê di 09.12.2020an de li ser her malekê 3-5 tenekeyên zeytê ferz kirin, herwiha 1500 dolar li welatiyê bi navê Ebdo Henan Çîlo, bi hinceta ku milkê birêve dibe ne ya wî ye û li ser navê dayîka wî ye, ferz kirin. Welatiyên ku neçar bibûn koçber bibin, milkên wan giştî têne desteserkirin.

Li gundê Çeqela Navîn jî û bi hinceta ku welatiyê bi navê Reşîd Elî Tarî milkên xweşik û birayên xwe yên koçber birêve dibir û weberhênan dikir , 6000 dolar lê ferz kirin.

09/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê