Encamên serdana Herîrî û şanda li gel wî ji bo Efrînê

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Piştî serdana dawî ya serokê Îtîlafa Sûrîyê û şanda ligel wî ji bo Efrînê û lidarxistina hîn civînan, rewşa welatiyan hîn ji a berê xirabtir bû.

Wê hingê Herîrî bi cîgirê serokê xwecîhiya Efrînê, muxtar û Komîta Vegerandina Maf û Giliyan re civiya bû, pişt re jî serdana gundê Basûfanê kiribû û xelk bi zora çekan komkiribûn ji bo girtina çend wêneyan û soz dabû ku rewş baştir bibe û mizgeft û dibistanekê ava bikin, lê rewş piştî wê serdanê yekcarî guherî.

Herwiha di despêka avakirina komîta bi navê Vegerandina Maf û Giliyan de, me gotibû ku ti wateya wê komîtên nîne ji ber ku bi destê fermandarên milîsên çekdar hatiye avakirin û yê hiştî hîn xirabtir bibe, xistina destê Îtîlafê nava vê komîtê de ji ber wan li xwe girtiye û serpereştiya karûbarên wê dikin, ji ber vê jî Îtîlaf ji ber tawan û binpêkirinên têne kirin ve berpirs e.

Em baş dizanin ku armanca serdana Herîrî ew bû ku tiştên di rapora komîta Navdewletî ya ser bi Neteweyên Yekgirtî ve ku di 14.09.2020an hatibû belavkirin, red bikin û li ser tawanên xwe veşêrin.

Niha jî em ê encamên wê serdanê bidin xuyakirin:

1- 14 kesên sîvîl, jin û mêr, hatin revandin 2- Pêxuşandina axê du caran çêbû. 3- Ferzkirina bacan heft caran çêbû û deh hezar tenekeyên zeytê hatine dizîn. 4- Serbestberdana bi fidye 11 car, ji 1000-12000 dolar, ew jî ji bilî Cezaya bi lêreya tirkî. 5- Destdirêjiya canî li ser 9 jin û mêran çêbû. 6- Teqîn 9 caran çêbûn, çi bi pakêtên teqîner çi jî bi otombêlan. 7- Birîna darên zeytûnan, Sindiyan û Belûtan giha 11050 dar. 8- Dest bi ser 8 zeviyên çandinê de hate kirin, deh mal hatin dizîn, dahata bêtirî 400 zeviyên zeytûnan ku 155hezar dar dikin, hatin dizîn û bêtirî 100 hezar tenekeyên zeytê hatin dizîn. 9- Agir 3 caran hate pêxistin. 10- Bicihkirina hawirdeyan û pêkanîna guhertina demografî li 3 cihan çêbûn.

12/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê