Kiryarên çeteyan li gundê Çençeliya

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Di 11.12.2020an de du zarokên gundê Çençeliya li navçeya Reco ku dixwestin rê li ber çekdaran bigirin ku darên bavê wan Mihemed Elî Reşîd li ser çiyayê Bilêl nebirin, ji tirsa girtinê reviyan û ketin bin kona şînê ya welatiyê bi navê Reşîd Xelîl.

Dema dayîka wan bi dengê wan agahdar dibe, derdikeve û dipirse çi bi wan re çêbûye, lê çekdaran îdîa kirin ku zarokan xeber ji wan re gotine, çekdar bi ser de jî rabûn xeber bi wê dayîkê re gotin, lê du gundiyên bi navê Luqman Elî û Heyder Mehmûd li şînê hazir bûn ketin nava wan ji bo meselê çareser bikin, di wir de yekser polîsekî leşkerî yê bi navê Ebû Mazin rabû ser xwe û destdirêjî bi ser herduyan de kirin. Ji ber vê jî gilî li cem polîsê leşkerî hate vekirin û wan jî îdia kirin û dosye ji bo dadwerîya tirka li Reco hate veguhestin, û hîn jî tiştek ji wê giliyê derneketiye.

Li gundê Hecîlara, gundekî vala bûye, heman polîsê leşkerî yê bi navê Ebû Mazin ligel hevalekî xwe dixwestin dareke tûyê ya kevnar, a welatiyê bi navê Ewnî Mihemed, bibirin lê xwediyê darê ew dîtin û rê li ber wan girtin. Wan jî ew tehdîd kirin ku yan ew ê bi xweşî dara wî bibirin yan jî wê wî tuhmetbar bikin ku ew endamekî PYD ye û serokê komînê bû, lê Ewnî li ser helwesta xwe rijd ma.

Herwiha hawirdeyên li Çençeliya dimînin tekane dara Everest ku li gund mabû, qut kirin û koka wê ya mezin berbanga sibehê roja Pêncşemê di 10.12.2020an de ji gund derxistin ji bo bifroşin. Ew dar li ser pişta çîyayê Bilêl bû û yê rihmetiyê bi navê Reşîd Çeko bû.

14/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê