Kolandin û pêxweşandina axê

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Li pêş çavên tirkan û çekdarên Sultan Silêman Şah (Emşat) ku gund û navçeya Şiyê kontrol dikin, hefteyek e çekdarên Cebhe Şamiyê li zeviya şûnwarî ya bi navê rezê Îsa li gundê Erendê/Şiyê bi serpereştiya Ebû Qasim bi tireks û bagiran ve, dest bi kolandin û rakişandina axê kirine.

Ne tenê li wir, lê belê li nava Erendê bi xwe jî dikolin, ku ketin mala welatiyê bi navê Nûrî Heyder ji bo lêgerîna li zêr û şûnwaran, dest bi kolandinê kirin, da ku bi hevkariya fermandarên milîsên çekdar ên ser bi hikûmeta demkî ya opozîsyonê û Îtîlafê ve, bidizin.

Beriya niha di 05.011.2019an de, me behsa wê yekê kiribû, ku çekdarên Feyleq El Şam, li pêş çavên dagirkeriya tirk û bi heman aletan dest bi kolandinê li heman gundî kiribûn.

11/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê