„Kurd tuhmetbar e“ xala hevbeş a rejîm û hikûmeta demkî

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Hikûmeta Demkî ya opozîsyonê û bi serpereştiya Tirkiyê guvaşên li ser xelkê resen ê kurd li Efrînê ji bo derxistina wan berdewam in, ku kurdan neçar bikin dest ji mal, milk û axa xwe berdin, daku guhertina demografî pêk bînin û dest deynin ser xêr û bêrê kurdan.

Herî dawî jî, dozgerê giştî li dadweriya Efrînê, biryar stand ku her kurdek bixwaze nasname anjî kaxezeke xwe li desteyeke ji desteyên hikûmeta demkî bimeşîne, divê kaxeza „ hikum li ser nîne „ ji qeyda nifûsan(Kutik) pê re hebe.

Wate ji bo damezrandina kar anjî tomarkirina kirîn û firotina milkan (erd, mal û zevî.. hwd) çi li nivîsgeha darayî be, çi li encûmenên xwecîhî be û çi li odeya bazirganî û pîşesaziyê be, heta digihe meşandina kaxezên zewacê!

Ji ber ku kurd tim bi hincetên nerast tuhmetbar in, piraniya kurdan wê nikaribin kaxeza „ hikum li ser nîne „ bi dest bixin, wate wê ji her tiştî bêpar bin û nikaribin ne bikirin û ne jî bifroşin.

Ev biryara dozgerê giştî, çekdaran û hawirdeyên ku berê di saziyên rejîmê de bûn weke polîs, hêzên leşkerî û asayîşê li xwe nagire, wate eger berê jî kuştin qaçaxiya çekan, hebeyên hişber û revandin û dizî kiribe, nayê hesibandin.

14.12.2020