Li Cindirêsê pevçûna xwe bi xwe

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Ji despêka ku tirk û çekdarên opozîsyonê ketine Efrînê ve, ew çekdar bûne çete û diz, ku kurdên wê derê armanc dikin, çi bi kuştin be, çi bi talankirina malan û dikanan be û çi jî milkên din be, ku ew yek bi serpereştiya Mîta Tirkiyê tê kirin.

Yê rewş hîn xirabtir kir, anîna hawirdeyan ku ew weke destekek ji bo pêkanîna guhertina dêmografî ne. Bi derbasbûna demê re şerê xwe bi xwe di nav çekdaran de derket meydanê û balansên hêzê ketin aliyê milîsên ku siyasetên tirkan dimeşînin û kiryarên ku hêzên dagirkeriya tirk pêk tîne, dikin.

Bi vî awayî jî, Li navenda navçeya Cindirêsê roja Şemiyê bi şev di 12.12.2020an de çekdarên milîsên Nûredîn Zengî bi fermandariya Firas Bîtar û hejmarek ji hawirdeyên Taxa Xûta(hinek ji wan ser bi çekdarên Ehrar El-Şam ve ne) bi hev ketin.

Sedem jî vedigerin wê yekê ku çekdarên Nûredîn Zengî hawirdeyê ereb yê bi navê Mahir Ebû El-Foz ji maleke kurdan, ku dikeve kolana gundê Yelanqozê nêzîkî nivîsgeha veguhestina peran, derxistin. Ew mal jî ya welatiyê bi navê Mihemed Ebû Umer ê ji Cindirêsê ye û bi neçarî koçber bûye.

Sibeha Yekşemê jî careke din pevçûn derketin û di encamê de çekdarek hate kuştin û çendine din jî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin, herwiha mala ku şer li ser çêbûye hate şewitandin.

Ji bo rawestandina şer, karwaneke leşkerî ji navenda bajarê Efrînê ber bi Cindirêsê ve bi rê ketibû, li dawiyê jî civîneke lihevhatinê çêkirin ku yan wê bi xweşî li hev werin yan jî wê bi zora tirkan li hev werin.

Carcaran pevçûnên xwe bi xwe di navbera çekdaran de li ser mal û milkên kurdên resen li Efrînê derdikevin.

13/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê