Li hin gundên Şêrawa girtin û dorpêç berdewam in

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Ji ber hewla terorkirina fermandarê Feyleq El Şam yê bi navê Ebû Hemze di 04.12.2020an de bi mayîneke çandî, heya niha jî dorpêça li ser gundên Basûfanê, Kebaşînê û Bi’iyê li Şêrawa û girtina welatiyan berdewam dikin, ku çi malek li pêş çavan be bi ser de digirin ew jî bi hinceta lêgerîna li kesên hewla terorkirina fermandarê navbûrî dabûn.

Beriya niha jî me di 07.12.2020an de behsa girtin û revandina welatiyên wan hersê gundan kiribû û çawe welatiyan rezîl û riswa dikin û wan bi gawir nav dikin û gefên kuştin û serbirînê li wan dixwen, herwiha telefonên wan desteser dikin û bi ser de jî hîn nahêlin kes ji malên xwe derkeve û pêdiviyên rojane dabîn bike, çi xwarin û vexwarin bê çi jî anîna êzingan be, ji ber vê jî welatî neçar dibin cilên xwe bişewitînin da ku xwe pê germ bikin.

Girtî jî ji bo navenda girûpa navbûrî li gundê Îska hatine veguhestin, ku li wir jî girtîgehên bi dizî hene ku girtî têde têne eşkencekirin.

Heya niha hîn çarenivîsa derdora 30 welatiyan ji ber danîna dorpêçê, nediyar e, navên hinekan jî wan ev in:

1-Rêzan Brahîm Erebo, Basûfanê 2-Dilbirîn Erebo (Dilgeş) tevî birîna wî dîsa hatiye girtin 3-Remzî Fewzî Elo, Basûfanê 4-Riyad Elî Cuma, Basûfanê 5-Xezalê Menan Hisên, Basûfanê 6-Samir Mamed Hisên, Kibaşînê 7-Basil Mamed Hisên, Kibaşînê 8-Ehmed Hindî Hindî, Kibaşînê 9-Elî Kazim Elî, Kibaşînê 10-Şêxo Izedîn, Kibaşînê û xwediyê firneya gund e, birîndar e bi çend cihan serî û canê wî ji ber eşkenceyê şikestiye, herwiha li hevjîna wî jî xistibûn û cilên lê hinekî çirandibûn û zimandirêjî pêre kiribûn.

Gundê Bi’iyê jî hîn jî ber dorpêçê ji hefteyekê ti zanyariyên me li ser tine ne.

12/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê