Li Meydankê kalemêrekî kurd di pevçûna çekdaran de birîndar bû

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Ji ber desteserkirina maleke kurdan li bajarokê Meydankê a Navçeya Şera, çekdarên El-Nuxbe û Rîcal El-Herb roja Duşemê di 14.12.2020an de bi hev ketin û di endamê de jî kalemêrê kurd yê bi navê Brahîm Cebir, 80 salî, bi guleyekê di piyê xwe de birîndar bû û ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin. Niha jî ew li malê ye û tendirustiya wî cîgir e. Herwiha gule li malên derdorê jî ketibûn.

Ew mala ku şer li ser hatiye kirin ya rihmetiyê bi navê Reşîdê Osê Fîdanê ye ku ew jî bi neçarî koçberî Helebê bibû, ji ber vê jî çekdarine Rîcal El-Herb ketibûn mala wî, lê çekdarên El-Nuxbe xwestin wan derxînin û nerazîbûn çêbû, ku bûn sedem pevçûn derkevin.

Duh êvarî jî hawirdeyekî erebên Xûta li Cindirêsê ji ber pevçûnên Çekdarên Nûredîn Zengî û hawirdeyên ser bi Ceyş El Îslam ve hatibû kuştin, ku dîsa şer li ser desteserkirina maleke kurdan bû.

14/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê