Li navçeya Reco girtina welatiyan

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Çekdarên Feyleq El Şam bi fermandariya Raid Hîşam, ku bajarokê Meydan Ekbesê kontrol dikin, roja Şemiyê di 12.12.2020an de çend welatiyên ku erdên xwe ji bo çandina daran bi bagiran rast dikirin, girtin û ew tuhmetbar kirin ku li şûnwaran digerin.

Herwiha wê girûpê jî destên xwe danîn ser êzingên wan welatiyan ku 7 barên tirektoran dikin û girtî birin navenda xwe, heya niha jî hîn çarenivîsa wan ne diyar e. Girtî ev in:

1-Salih Hec Hemed, xwediyê zeviyê ye. Mihemed Mistefa Bîlal (Mihemedê bilek) ji gundê Gawinda. 3-Farûq Xelîl Hemo (şofêrê bagirê) ji gundê Hec Xelîl. 4-Hisên Mistefa, ji Meydan Ekbes. 5-Îmad Mûsa Hesen, ji gundê Gawinda.

14.12.2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê