Revandina bi otombêlan li Efrînê berdewam e

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Roja Şemiyê di 12.12.2020an de girûpeke çekdar û rûgirtî bi otombêleke ji rengê zîv ji cureya Santafi endamekî xwebexş ê Tîma Mulhem revandin û bi qasî 5 hezar dolar jê standin ku pere jî yê tîma navbûrî ne, piştî lêdanê ew avêtin nava zeviyekê li nêzîkî Bajarê Efrînê.

Ev otombêla ku xelk pê têne revandin, bê nimre ye û çekdarên tê de jî cilên firqeya Taybet a Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya Azad li xwe dikin.

Heman otombêl û heman çekdarên rûgirtî beriya niha hewla revandina dermansazekî li Taxa Vêlat a bajêr dabûn bi hinceta ku ew dewriyeke emnî ne. Piştî ku wî dermansazî gilî li cem polîsê leşkerî vekir, heman çekdar bi heman otombêlê hatin ew ji nava nexweşxanê û li pêş çavên karmend, doktor û zîrevanên ser bi hikûmeta demkî ve revandin û birin, herwiha li Cindirêsê û bajarê Efrînê jî heman otombêl û çekdar zarokên dibistanan direvandin.

Ji aliyekî din ve jî, çekdarên Ceyş El Îslam û bi fermandariya Ebû El-Xêr roja Yekşemê di 13.12.2020an de ji welatiyekî hawirde yê Idlîbê 7 hezar dolar dizîn û kelûpelên xwarinê yên ku di otombêla wî de bûn jî dizîn.

Di heman rojê de heman girûpê li gundê Kurzêlê yê ser bi Bajarê Efrînê ve 2 Motor dizîn, ku yek a hawirdeyekî helebî ye û ya din jî ya welatiyekî kurd e.

14/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê