Revandina kurdan di navbera hincet û firehkirina desthelatdariyê de

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Çekdarên Feyleq El Şam, ku gundên Basûfanê, Kebaşînê û Bi’iyê yên li Şêrawa kontrol dikin, roja duşemê di 07.12.2020an de zêdegavî li jineke 40 salî kirin û bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re, ew revandin û radestî polîsê leşkerî kirin , ku ew jî hevjîna welatiyê bi navê Ebdo Mamed e.

Herwiha welatiyê bi navê Şêxo Izedîn eşkence kirin û di encamê de serê wî şikest, ji bilî serdegirtina malan li herdu gundên Basûfanê û Bi’iyê û lêxistina xelkên gund.

Ji ber danîna dorpêça ewlehiyê me nikarî navên wan 15 kesên girtin bi dest bixistana, me berê behsa 7 navan kiribû, lê roj bi roj hejmara wan zêde dibe.

Ji ber vê jî niha xelk di rewşeke metirsîdar de ye, herwiha çekdar bi xwe jî, ji derketina rastiyan bi egera saxbûna fermandarê bi navê Hemze Ebû Zêd, ketine xemê ew jî ji ber şerê kevin–nû yê destdanîna ser rêyên qaçaxiyê di navbera milîsên Hemzat û deverên bi bin kontrola rejîmê û hêzên bi ser ve de li Nibul û Zehra.

Eger em hinekî paş de vegerin, em ê bibînin ku ev şer vedigere despêka 2019an, ku hêzên tirk û ji ber fesadiya ji çekdarên Feyleq El Şam ji ber gendelî û revandina xelkê û standina pereyan ji ber ve û qaçaxiya bi devera rejîmê re (çi teqemenî, çi hebên hişber û çi cixara) û firotina pezî, zeyt û êzingan di rêya Cebel Ehlam re, 4 çekdarên Hemzata di 25.03.2019an de li bajarokê Basûtê girtibûn ( Fadî El-Betran ku pişt re reviya deverên rejîmê, Hemze Barûd, Samir El-Şemal û Hesen El-Hindawî). Herwiha hersê teqînên motoran li gundên Basûtê, Birc Ebdalo û Kurzêlê di 16.08.2019an de ku wê hingê zarokê 15 salî Elî Biro birîndar bibû û ziysn giha bû otombeleke welatîyekî.

Ew tev de ji ber şerê di navbera herdu milîsên Hemzat û Feyleq El Şam de ji bo destdanîna ser rêya gundên Basûtê-Kîmarê-Beradê, û belavbûna hebeyên hişber di nav çekdarên Hemzat û Lîwa Siqûr El-Şemal(bi fermandariya Ebû Welîd El-Izî yê berê) de ku niha Siqûr El-şemal zeviyên çandina heşîşê devera Nebî Hûrî heta Ubedanê, Şilfehtê û Mersawa li Navçeya Şera digire ber xwe, birêve dibin û girûpa Hemzata bi rêya Ebû Nasir El-Ni’êmî temwîl dike, ku xelkê Tedmorê wî nas dike û berê ji Ceyş El-Îslam ji ber dizî û birîna Heşîşê û tevlîbûna wî bo nav girûpa Welîd El-Izî ji bo heman karî û ji ber bazirganiya bi çekan, hatiye bidûrxistin.

Li navçeya Bilbilê jî di 25.03.2019 an de hawirdeyekî ji Xota ji aliyê Hêzên Jinavbirina hişberiyê hatibû girtin ku pêre hebeyên hişber, çek û teqemenî hatibû girtin û dixwest bigihîne girûpa Hemzata, û piştî ku ji bo navenda Efrînê hate veguhestin, serbest hate berdan.

09/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê