Windakirin rastiyan berûvajî dike

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Hin bûyer li Efrînê rû didin mirov nikare çavên xwe li ser bigire, tevî ku ew %2 ji êşa xelkê nake, lê belavkirina wan bûyerên ku çekdarên ser bi hikûmeta demkî û Îtîlafê ên ser bi dagirkeriya tirk ve encam dinin, bi awayekî nerast rastiyan berûvajî dike, herwiha mezinkirina zêde ji bûyeran re jî rastiyan berûvajî dike.

Berê me behsa girtiyên ku çarenivîsa wan ne diyar e kiribû ku hejmara wan 461 kes bûn (bi jin û mêra ve) ji wan 120-140 jin in ku me navên wan û hûrgililiyê girtina wan jî belge kiribû.

Ji ber vê jî em hêvî dikin xelk di belavkirina nûçeyan de gelekî agahdar bin, çimkî hin aliyên xêrnexwaz ku berjewendiyên hikûmî û herêmî pêk tînin, dixwazin rastiyên li tevahiya herêmên kurdî rû didin, berûvajî bikin û bi ser de jî navê rêxistina me jî di belavkirina raporan de bi kar tînin an jî navên kesine ku xwe bi ser rêxistina me ve dikin, belav dikin.

Li vir jî em dixwazin bêjin, ku em ji ber wan karan ve ne berpirs in.

Roja Îne di 11.12.2020an de welatiyê bi navê Adil Henan Necar, yê herî biçûk di malbatê de, yê ji gundê Qîbarê/Efrîn bi şirîteke kehrebê ve daliqandî li nîva hewşê li mala wî a li Taxa Eşrefiyê hate dîtin. Bavê wî yê bi temen li malê bû jî lê çavên wî xirab bûne û baş nabîne.

Dema birayê rihmetî dibîne ew li nîva hewşê daliqandiye hema yekser tirka û çekdaran ve agahdar dike, ku ew jî ligel doktorê şeriî têne malê û piştî pişkinînê derdikeve ku wî bi xwe, xwe kuştiye.

Sedemên xwekuştinê jî ji ber rewşa wî ya malbatî ye ku demek e hevjîna xwe berdaye û bavê 2 zarokan e, herwiha ji ber rewşa madî ku tê re derbas dibû ku beriya hefteyekê motora xwe firotibû da ku karibe bi pereyên matorê derbasî Tirkiyê bibe û xwestibû despêkê zarokên xwe bibîne, lê ji ber nakokiyên wî û jina wî ku berdaye, nikaribû zarokan bibîne. Herwiha nexweşiya derûnî jî pê re hebû, Ji ber van sedeman jî xwe kuşt.

Çend navendên mafnasî û ragihandinê ragihandin ku welatiya bi navê Kurdistan Mihemed Berekat, ji gundê Fafirtînê ye û ji Saxûnakê mêr kiriye û li malbata bavê dijiya, roja Şemiyê di 05.12.2020an de hatiye revandin an jî winda bûye, lê piştî lêkolînên me derket ku ew jin li gundê Basûfanê hatiye dîtin û bi çekdarekî ereb yê bi navê Hemûd Sibhî El-Cir re reviyaye û zewicîne, ew çekdar jî ji gundê Kefer Entîn ê nêzîkî navçeya Şêrawa ye.

Par sal dîsa jina navbûrî bi heman çekdarî re reviyabû lê ji ber giliya bavê wê li cem çekdarên Feyleq El Şam, qîza wî jê re vegerandibûn.

13/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê