Diz rastiya tal a gelê tijî xem naguherîne

 

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Gava dagirkdriya tirk û milîsên bi ser ve li kuderê bin, wateya hebûna nearamî û tevlîheviyê ye, bi taybetî dema çek di destên dizên ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya Azad ve bê, ku berdewam nakokî û şerê wan li ser dizî û desteserkirina milkên welatiyan heye û bi zorê çekan, ku bi vî awayî metirsiyê dixin dilê xelkê û bi taybetî jî zarokan.

Du hefte derbas nabûn em dibînim careke din teqînek bi pakêteke teqîner, ji ber kuştina xwe bi xwe û li ser diziyê, rû dide û şerê tund ê bi çekên sivik û nîvgiran çê dibe, ku di encamê de çend çekdar û çend sivîl têne kuştin. Li gorî agahiyan, Hemze Ebû Zêd fermandarê Feyleq El-Şam roja Şemiyê di 19.12.2020an de li nexweşxaneyeke Tirkiyê jiyana xwe ji dest da, ku di 04.12.2020an de û ji ber kuştina xwe bi xwe di nav milîsan de li ser rêya Basûfanê—Bi’iyê bi teqîna mayîneke çandî hewla terorkirina wî hatibû dayîn û bi giranî birîndar bibû.

Roja Înê di 18.12.2020an de pakêteke teqîner bi otombêla fermandarekî Cebhe Şamiyê yê bi navê Mihemed El-Hezwanî teqiya di encamê de ew, çekdarine li gel wî û hawirdeyek bi giranî birîndar bûn, ew jî ev in : 1- Ebdilezîz El-Mihemed, sivîl 2- Mihemed Necar, Cebhe Şamiyê 3- Ebdilhekîm Zêdan Derwîş, Cebhe Şamiyê Herwiha ji ber pevçûnên roja Înê di 18.12.2020an de di navbera çekdarên Ehrar El-Şam ku gundê Çolaqa ya Cindirêsê û çekdarên Hemzata de, depoyeke çekan teqiya û di encamê de 5 çekdar mirin û du yên din jî ên Ehrar El-Şam birîndar bûn, ew jî ev in: Ebû Ebas, Ebû Elî El-Hemewî, Ebû Ehmed Zimêmîr, Ebû leys El-Resten û Ebû Amêr, kes navên van ên rastî jî bilî tirkan nizane çi ye.

 

Li gundê TTirundê ê ser bi bajêr ve, çekdarên Ceyş El-Îslam roja Înê di 18.12.2020an de kablên kehrebê ku nû hatibûn dirêjkirin, dizîn. Ne ew tenê jî, lê hîn çend motor û otombêlên hawirde û welatiyên gund jî dizîn. Ev giştî kirin û kesekî nikarî rê li ber kiryarên wan bigirtaba. Tiştê tê dizîn jî li bazara diziyê tê firotin. Beriya hefteyekê jî dîsa me behsa pevçûnên di navbera çekdarên El-Nuxbe û Rîcal El-Herb li Bajarokê Meydanekê kiribû ku li ser desteserkirina maleke kurdan rabibûn hev, herwiha endamekî xwebexş ê tîma Mulhem hatibû girtin û 5 hezar dolar jê dizîbûn.

Herwiha li kolana Yelanqozê li Cindirêsê di 12.12.2020an de çekdarên Nûredîn Zengî û Ehrar El-Şam li ser desteserkirina maleke kurdan bi hev ketibûn, ku hawirdeyekî Taxa Xota ketibû wê malê. Ya dawî jî dizîna pere û kelûpelên xwarinê ji hawirdeyekî Idlîbê ji aliyê çekdarên Ceyş El Îslam ve.

 

19/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê