Li Mabata helmeta girtinê

 

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Çekdarên rûgirtî ên Cebhe Şamiyê li Bajarokê Mabata roja Şemiyê di 19.12.2020an de tevahiya rêyên navenda navçeyê girtin û dest bi helmeta girtinê a berfireh kirin, ku di encamê de bi dehan jin û mêr hatin girtin û destdirêjiyeke zêde li mêran kiribûn ku hem eşkence kiribûn hem jî xuşandibûn.

Ev yek jî vedigere bûyera teqîna otombêla Ebû Mihemed El-Hezwanî Fermanderê Cebhe Şamiyê bi pakêteke teqîner roja Şemiyê di 18.12.2020an de ku di encamê de çend çekdar û hawirde birîndar bibûn.

Tevî ku kesek nikare nêzîkî navendên çekdaran bibe, çekdaran berpirsyarî xistine stûyê gundiyan û ji ber vê ew girtine, girtiyên ku me karî navên wan bi belge bikin ev in: 1- Ehmed Hisên Mistefa û sê zarokên wî 2- Mihemed Hesen Hac 3- Ehmed Hesen Hac 4- Zûhêr Şabo 5- Kamîran Şabo 6- Mihemed Ehmed Brahîm û zarokekî wî 7- Mihemed Arîf Yûsif û du zarokên wî Hîn navên din jî hene, lê ji ber tundbûna rewşa ewlehiyê, me ew bi dest nexistine.

20/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê