Piştî girtina kurdan, derket hawirdeyan teqîn kirine

 

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Ji bo naskirina ew kesên otombêla Ebû Mihemed El-Hezwanî, fermandarê Cebhe Şamiyê li navçeya Mabata, ku bi pakêteke teqîner armanc kiribûn, çekdarên milîsa navbûrî dorpêç danîn ser Mabata bi giştî û hêzeke din ji bajarokê Mari’ê û bajarê Efrînê biribû Mabata û bi dehan kurd girtin û eşkence kirin.

Piştî lêpirsîna bi 30 kesî re û eşkencekirina wan û dîtina kamireyên çavdêriyê, derket ku yên otombêl di fermandarê Cebhe Şamiyê de teqandine erebên hawirde ne. Çekdarên Cebhe Şamiyê çûne ser mal û konên hawirdeyan li ser bêderên gund û bêtirî deh kesan ji wan girtin, girtiyên kurd jî piraniya wan serbest hate berdan,yên mayî jî dibe bi tuhmetine din girtî mabin. Hîn jî gund ji ber dorpêça ewlehiyê di rewşeke awerte de ye 20/12/2020 Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê