Şera…. Çekdar şaxên qaling ên zeviyên zeytûnan qut dikin

 

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Çekdarên Melek Şah ku kontrola navenda navçeya Şera û gundên derdorê dikin, roja Înê di 18.12.2020an de şaxên qaling ên darên zeytûnan bi hinceta bûdekirinê qut kirin.

Ew dar ên welatiyê bi navê Mihemed Hemdo yê ji gundê Elkê ne û nêzîkî mezara Qere Curnê dikevin. Herwiha çekdaran şaxên qaling ên 120 darên zeytûnan ên zeviyên kêlekê jî qut kirin ku ew jî ên welyatiyekî gundê Elkê ne.

20/12/2020

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê