Çembera ewlehiyê giha gundên derdora Malbata jî

 

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Çembera ewlehiyê ya ku çekdarên Cebhe Şamiyê roja Duşemê di 21.12.2020an de danîbûn ser navenda navçeya Mabata, firehtir bû û îro roja Sêşemê di 22.12.2020an de giha herdu gundên Hisê û Şîtka yên ser bi navçeya Mabata ve, ku çekdar bi çekên doşka û otombêlên leşkerî derbasî herdu gundan bûn.

Çekdarên rûgirtî çend welatî girtin, heya niha me ev nav bi belge kirine : 1- Xelîl Husnî Hemdî, eşkence kirin û ew ji stûyê wî ve bi otombêlekê ve girêdan û di kolanan de xuşandan 2- Feysel Fûad Hemalîko 3- Ebdo Genc Xemîs 4- Nasan Sîno.

 

22/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê