Efrîn… welatiyek hate girtin

 

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Hêzên Mîta tirk û polîsê leşkerî li rêbenda Taxa Mehmûdiyê a navenda bajarê Efrînê roja Pêncşemê di 17.12.2020an de welatiyekî yê bi navê Mihemed Ehmed Brahîm (25 salî) girtin.

Navbûrî xelkê gundê Maratê ê ser bajarê Efrînê ve ye û bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re û ji ber leşkeriya neçar û standina pera bi zorê hate girtin. Heta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.

Herwiha roja Sêşemê di 15.12.2020an de hêzên polîsê sivîl li navenda bajêr welatiyê bi navê Xweşnav Qilîç girtin, ku ew jî gundê Maratê ye û bi tuhmeta firotina otombêleke hatiye dizîn hate girtin û dûv re ew birin navenda polîsan ji bo lêpirsînê, lê hîn jî çarenivîsa wî ne diyar e.

 

21/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê