Şiyê bajarok e ne dewlet e!

 

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Eger aliyekî abûrînas anjî navendeke stratîjîk lêkolînekê li ser navçeya Şiyê çêbike û ew pereyên ku li ser xelkê Şiyê têne ferzkirin û dizya ku li wê derê çêdibe bibîne, wê bêje qey ev dewletek li halê xwe ye ne navçeyeke ewqasî biçûk e û tenê çend gund bi ser ve ne. Ewqasî pere jê tê kişandin û dizî û talaniya tê kirin bi destê dînekî diz e û ser bi Artêşa Niştimanî ya Sûrî ya Azad ve ye ku ew jî ser bi dagirkeriya tirk ve ye, navê wî jî Ebû Emşe ye. Niha ne em ê behsa herdu salên derbasbûyî û kiryarên çekdarên Sultan Silêman Şah li Şiyê bikin, lê belê em ê tenê behsa du meh û nîvên dawî bikin, ku çi bi serê xelkê anîne û çiqasî dizî kirine bikin. Ev giştî jî li pêş çavên dagirkeriya tirk tê kirin û bi hincetên nerast jî welatiyan direvînin û piştî dayîna peran wan berdidin.

Yekem: Desteserkirin:

1- Benzînxaneya malbata Koçer hate desteserkirin û fermandarê girûpa Emşat ji xwe re dişixulîne.

2- Destdanîna ser zeviya sêv û hirmiyan a malbata Şêx Smaîl Zade, 5 hêktaran dike û dikeve navbera rêya Qendîl-Dubir, niha kirine cihê hespsiwarî û rahênanê.

3- Destdanîna ser guvaşgeheke zeytûnan a malaba Şêx Smaîl Zade û niha jî kirine navendeke çekdaran û têde rahênanê bi wan dikin.

4- Destdanîna ser dikanên bazirganiyê yên li hember benzinxaneya malbata Şêx Murad û niha jî Ebû Emşe ji xwe re dişixulîne.

5- Destdanîna ser 7 dikanên bazirganiyê yên gundiyan ji bo wan giştî bi ser hev de bikin Supermaket anjî Moleke mezin bi navê Ebû Emşe, niha jî kar li ser berdewam e.

6- Destdanîna ser bêtirî 270 hezar darên zeytûnan û 300 zeviyên mêwan, ku xwediyên wan bi neçarî koçberî devera Şehba bûne.

7- Destdanîna ser 3 hezar darên zeytûnan ên malbata Kemal Axa.

 

Diwem: Ferzkirina Bacê:

1- Destnîşankirina 15% ji dahatên demsala zeytûnan ku xwediyên wan koçber bûne, ji bo wan çekdaran, lê bi navê encûmena xwecîhî.

2- Xelkê ne li ser axa xwe ne, li serê her darekê bê çinîn divê 8 dolar bên dayîn.

3- Xelkê li ser axa xwe, divê serê her darekê 3 dolaran bidin ku karibin darên xwe biçinin, ev jî ji bilî dizî û talankirinê.

4- Destnîşankirina 8/1 ji kirêya karkerên zeytûnan û serê her saetekê 500 lêreyên sûrî.

5- Destnîşankirina nîv dolarî li ser her tenekeyeke zeytê ya vala, ku tenke bi 3 hezar lêreyên sûrî dike.

6- Li ser gundiyên wan gundan bac bi awayekî curbecur ferz kirin, me berê belav kiribû ku li hersê gundên Kaxrê 2 hezar teneke, Çeqela Navîn 700 teneke û Çeqela Jêrîn 800 teneke ferz kiribûn, herwiha li gundên din jî wisa bû.

7- Ferzkirina 250-500 teneke zeyt li ser xwediyên 13 guvaşgehên navçeyê.

8- Destnîşankirina du çekdaran li ser her guvaşgehekê bo jimartina tenekeyên zeytê ji bo bidestxistina baca 20% ji dahatan.

9- Bi qasî 15 hezar dolaran li ser welatiyê bi navê Ehmed Elûş (Hec Qedrî) ferz kirin.

10- Hec Arîf Elûş 15 hezar dolar li ser ferz kirin.

11- Seîd Koçer 10 hezar dolar li ser ferz kirin.

12- Esmet Ereb 8 hezar dolar li ser ferz kirin.

13- Welîd Bîlal 8500 dolar li ser ferz kirin.

14- Ebû Şêxo 7 hezar dolar li ser ferz kirin.

15- Mihemed Beko 800 dolar li ser ferz kirin.

16- Mihemed Reşîd Dawûd (Tado) 2500 dolar li ser ferz kirin.

17- Ezet Beklaro 300 dolar li ser ferz kirin.

18- Esmet Beklaro 300 dolar li ser ferz kirin.

19- Ezîz Beklaro 400 dolar li ser ferz kirin.

20- Henîf Beklaro 2 hezar dolar li ser ferz kirin.

21- Yilmaz Ebo 500 dolar li ser ferz kirin.

22- Ebdo Henan 1500 dolar li ser ferz kirin.

23- Reşîd Elî Tarî ji Çeqela Navîn, 6 hezar dolar li ser ferz kirin.

24- Fexrî Rifat, ji gundê Qermitliq, 14 hezar dolar li ser ferz kirin.

 

Ji ber rênimayên ewlehiyê yên tund li gundan hîn em nikarin navên kesên din jî bidest bixin, lê bi giştî pereyên ku hatine ferzkirin wisa ne:

– Navenda navçeyê 225-250 hezar dolar

– Gundê Qermitliq 115-125 hezar dolar

– Gundên Çeqela jorîn, Navîn û Jêrîn 140-150 hezar dolar.

Pereyên li ser xelkê ferz kirine derdora milyonek heta milyonek û du sed hezar dolar dike.

 

18/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê