Şiyê… Yan dayîna pera yanjî girtin û eşkencekirin

 

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Ebdo Çîlo welatiyekî gundê Qermitliq ê Şiyê ye, ji ber ku razî nebû 1500 dolar weke baca lê hatiye ferz kirin bide Ebû Emşe fermandarê Sultan Silêman Şah, hate girtin û bi tundî jî li navenda girûpa navbûrî hate êşkencekirin û bo zorê çekan jî pere jê standin.

Beriya niha Komîteya Vegerandina Maf û Giliyan biryar standibû, ku nabe hîç kesek di bin zorê de jî ti pereyan bide çekdar anjî fermandarên girûpen çekdar, li ser vî awayî jî welatiyê bi navê Ebdo Çîlo razî nebibû bacê bide, lê Ebû Emşe ti biryar û fermanan nizane, ku ew bi xwe jî li ber êşkencekirina welatiyê navbûrî hazir bû. 22/12/2020 Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê