Xelkê direvînin û diçin mizgeftan vedikin!

 

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Roja Înê di 25.12.2020an de û bi serpereştiya hevrêzê Weqfa Dîn a tirkî û miftiyê Efrînê Selah Reşo û miftiyê navçeya Şera Şêx Xidir Xidir û beşdarbûna komek ji çekdaran, îro mizgeftek bi navê Mizgefta Mehmûd li gundê Erebwêranê hate vekirin, ya balkêş jî bilindkirina alayên Tirkiyê û Şoreşa Sûriyê di mizgeftê de, ku ev mizgeft li ser hesabê Navenda Al Mehmûd a Karûbarên Mirovane ye û erdê li ser hatiye avakirin û weke sedeqekê li ser Rihê rihmetiyê bi navê Mihemed Dewran Mecîd e.

Herwiha welatiyê bi navê Raid Mihemed Îso, 38 salî, yê ji gundê Kaxirê ku ji aliyê hêzên ewlehiya Tirkiyê li Tirkîyê li gel hevjîna xwe Cîhan Hesen Osman, 35 salî, hatibûn girtin hîn jî çarenivîsa wan ne diyar e. Ew jî ji bêtirî mehekê ve bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re hatibûn girtin û ji bo zîndaneke li welayeta Îzmîrê hatibûn veguhestin. Welatiyê bi navê Selah Ebdo yê ji gundê Kurzêlê/Efrîn û wekî karmendekî sivîl di şirketa Avê de demekê kar dikir, ji despêka vê mehê ve ku bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re ji aliyê polîsê leşkerî ve li Ezazê hatibû girtin, hîn jî çarenivîsa wî ne diyar e.

26/12/2020

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê