Berdewambûna qutkirina daran

 

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Komek dizên nenas sibeha roja Sêşemê di 29.12.2020an de derdora 50 darên zeviyeke zeytûnan li ser rêya gundê Çêqipme /Reco ji kokê vê qut kirin, ku ew zevî ya welatiyekî gundê Kûra yê navçeya Reco yê bi navê Henîf Birîmo ye.

Li navçeya Mabata jî, ji despêka demsala zeytûnan ve û ji bilî diziya li pêş çavan û destdanîna bi zorê li ser berhemên zeytûnan ên koçberên kurd, çekdarên Hemzata bi fermandariya yê bi navê Hesenkî bac li herdu gundên Kokana Jorîn û Jêrîn yên ser bi navçeya Mabata ve, ferz kirin.

Her dawî, li ser her malbateke kurd 300 dolar ferz kirin û gefa girtina bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re li gundiyan xwarin! Tevî ku Hesenkî berê bi xwe jî pêwendiya wî bi rejîmê re hebû û heye jî.

Navbûrî roja Înê di 25.12.2020an de otombêleke Hyundai ya welatiyê bi navê Mihemed Sîdo dizî û derdora 150 darên zeytûnan ên neviyên leheng Silêman Helebî(Malbata Ehmed Sîdo) yê ku li dijî Kolonyalîzma frensî serî hilda bû, birîn û êzingên wan jî ji xwe re firotin.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

03/01/2021