Efrîn… Topbaran, şerê xwe bi xwe û dizîn

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Hêzên dagirkeriya tirk roja Şemiyê di 02.01.2021an de bajarokê Til Rifatê û gundên derdroê topbaran kirin, di encamê de ziyanek giha avahiyên wê derê, herwiha tirkan navendên hêzên bi ser rêjîmê ve li derdroa firokxaneya Minixê jî topbaran kirin.

Li Taxa Mehmûdiyê ya Bajarê Efrînê jî,roja Yekşemê di 03.01.2021an de û ji ber şerê xwe bi xwe zarokekî hawirde ji Xûta ji ber birîna wî ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin, ku 2 girûp ji çekdarên Hemzata, ku yek ji wan ser bi Parlemanterê sûrî Ehmed Derwîş ve ye, li ser pereyên derbaskirina bi qaçaxî ji deverên rejîm ji bo Efrîn û Tirkiyê şer kiribûn, ku girûpekê jî xwest 2 motoran ji ber pereyan ve desteser bikin. Hîn nasnameyên ewlehiyê yên Ewlehiya leşkerî ya rejîmê ya Helebê bi çekdarên Hemzata re ne.

Çekdarên Sultan Silêman Şah bi fermandariya Ebû Emşe roja Pêncşemê di 24.12.2020an de û bi vaneke mezin li pêş çavên tirkan û fermandarên di Komîta Vegerandina Maf û Giliyan de, tiştê 3 malên welatiyê bi navê Brahîm Murad( naskirî bi Bozik) dizîn, ku xwediyê malê jî wê demê li nav zeviyên xwe bû zeytûnên xwe diçunîn.

Ne tenê kurdan zor û tade ji aliyê Ebû Emşe ve dîtine, lê belê çekdarên wî jî, ku herî dawî Ebû Emşe çekdarekî xwe yî bi navê Memdûh li gel çekdarine din bi tuhmeta pêkanîna pêweniyan bi dijminan re girtin û malên wan jî pişkinîn kirin, herwiha bi qandaqa dapanceyê li hevjîna Memdûh xistin, ku ji ber wê jî ji bo nexweşxaneyê hate veguhestin, herwiha çekdarekî ku nexwest ji mala navbûrî derkeve, girêdan.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

04/01/2021