Hejmara girtiyan sê qatî ji yên têne berdan bêtir e

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Tevî ku dagirkeriya tirk beriya niha hejmarek ji girtiyên li cem xwe serbest berdan, ku bêtirî du salan li ser girtin û revandina wan derbas bibû, lê ew li gel milîsên çekdar ên Îtîlafa Sûrî hejmara ku digirin bi sê qatî ji hejmara ku serbest berdidin pirtir e.

Li gorî amarên me, di herdu mehên derbasbûyî de ji koma 600 kesên girtî û revandî û çarenivîsa wan ne diyar e, tenê 200 kes serbest hatine berdan.

Nimûneyeke biçûk jî mîna Mihemed Yeşar Mamo yê ji gundê Şêx Xorzê ya Navîn, û 65 salî, bavê 5 zarokan e û 4 ji wan li gel dayîka xwe kêmendam in, di 20.10.2020an de dema vegera malê hate girtin û ta niha jî çarenivîsa wî ne diyar e.
Tê zanîn, ku hersê gundên Şêx Xorzê di bin kontrola çekdarên Siqûr El-Şemal de ne.

 

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

04/01/2021