Mîrnişîna Ebû El-Welîd li Efrînê !

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ebû El-Welîd fermandarê Feyleq El-Mecid yê ji bajarokê Barîşa yê Idlibê, ku gundên Zerka, Çopana yên Navçeya Reco û gundê Kêla yê navçeya Bilbilê kontrol dike, zeviyên çandinê, zeviyên zeytûnan, mal û rêyên sereke yên wan gundan ji xwe re weke Mînişînekê dijmêre! Ne tenê ew, lê hîn berdestê wî yê bi navê Ebû El-Ezher danûstandinekê weke ya koleyan bi kurdan re dikin, ku wan neçar dikin bi tirektorên xwe û li ser hesbên xwe zeviyên kurdên bi zorê koçber kirine ji çekdran re bê pere cot bikin, ku ew zevî derdora 10 hezar donim dikin.

Herwiha çekdar bi zorê daran bi kurdan bûdek dikin û ceh, genim û Kemûnan bi neçarî jî diçînin. Bi ser de jî li ser her malbatekê 3-5 tenekeyên zeytê ferz kirin, ku li gundê Kêla bi tenê 190 teneke ferz kirine û nîvê êzingên bûdekkirinê jî ji xwe re dibin, û li ser xwediyên zeviyên dikevin bin kontrola wî jî tenekeyên zeytê ferz kirin, ku xwediyên wan ji gundê Qûta ne !

Ev karên ne mirovane ku Ebû El-Welîd dike, ji dibistana Hikûmeta Demkî û Îtîlafa ser bi dagirkeriya tirk ve fêr bûye, tevî kiryarên wî yên berê ji standina pereyan bi zorê û neçarkirina çivanan bi hinceta parastina wan, mast û penêr bi zorê û bê pere bidin wî.

Li aliyekî din jî û li Taxa Pîşesaziyê ya Bajarê Efrînê, çekdarine nenas roja Sêşemê di 20.12.2020an de welatiyekî bi navê Azad Cemîl Nebo, 40 salî, yê ji gundê Basilê ê ser bi Efrînê ve bi hinceta karê wan pê heye, ew revandin û hîn jî çarenivîsa wî ne diyar e, lê kesine ji malabata wî eşkere kiribûn ku çekdaran pêwendî bi hevjîna Azadî re kirine,lê cihê wî diyar nekirine.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

02/01/2021