Rêveberiya Xweser bi xwe biryarên xwe binpê dike

 

 

Navenda Nûçeyan-Efrîn: Ji despêka vê mehê ve rejîma Sûriyê dorpêçeke abûrî ya tund daniye ser taxên kurdan li bajarê Helebê, piştî ku dorpêç danî ser welatiyên kurd li devera Şehba û gundên derdorê, ji rênedana bi derbasbûna ard, kelûpelên xwarinê û şîrê zarokan li gel nebûna elektrîkê.
Herwiha ji ber zêdebûna hejmara pêketiyên Korona ji ber nepabendbûna bi rêkarên xweparastinê û ji ber lawazbûna karînên pizîşkî û teknîkî û nebûna dermanên serke ku ew jî zengila metirsiyê lêdide, Rêveberiya Xweser biryara qedexeya giştî ragihand.
Ew yek jî piştî pêketina 12 xwendekarên gundê Burc Qasê yê li Şêrawa yê Efrînê tê, biryara qedexekirinê ya şaneya kirîzê girtina bazarê, dibistanan, mizgeft, şahî, civîn, kongre û çalakiyên civakî û siyasî li xwe digire û dest bi bicîkirina sîstema nûbedariyê kirin.
Rêveberiya Xweser bi xwe biryarên xwe binpê kirin, ku di 17.12.2020an de şahiya jidayîkbûna pêxember Îsa ragihandin û civînek di 20.12.2020an de bi beşdarbûna serkirdeyên PKK, berpirsên rêveberiyê û çekdarên hêzên bi navê Fewc û Heremên lidar xistin ku tê de 50 çekdarên nerazî bûn biçin Eyn Îsa şer bikin, ji nav refên xwe bi dûr xistin.
Her di 23.12.2020an de jî rêveberiyê xelk ji bo rakirina vederbûnê (tecrîdê) li ser Ocalan derxistin xwepêşandanê.

Di çalakiyên cemawerî de jî, mirina (şehîdbûna) welatiyê bi navê Ebdulhemîd Smaîl, 63 salî, ji ber nexweşiyekê, bêyî ku bi nav bikin çi ye, ragihandin. Herwiha ragihandina şehîdbûna zarokê 15 salî yê bi navê Xalid Mihemed ê ji gundê Şîltehtê yê navçeya Şera ku ew zarok di nav refên YPG de bû û negotin ku ew zarok li ku û çawe jî şehîd ketiye. Hîn jî ragihandin ku wan du destgidtiyên ji navçeya Şiyê, ku di nava YPG de ne bi tuhmeta belavkirina hebeyên Kibtakon a hişber di nav xortan de li eniyên şer, girtine.
Di derbarê revandina zarokan de jî, hêzên leşkerî yên rêveberiyê di 18.10.2020 zarokê 14 salî yê bi navê Mihemed Cûma Nebo ku ji gundê Kîmarê yê Şêrawa yê Efrînê ye û li nêzîkî zindana zarokan dima, revandin û tevlî hêzên xwe kirin, tevî ku bavê wî daxwaza vegera lawê xwe kiribû ku vegerînin refên xwendinê ji ber ew di xwendinê de tim ê serke ye, lê hîn jî ew venegerandine ji malbata wî re, ji ber vê jî malbatê bang li saziyên mafnasî û miroviyê kirin, ku guvaşan li ser berpirsên rêveberiyê bikin ku zarokê wan vegerînin .
Çend rojan berê jî girûpa bi navê Ciwanên Şoreşger a ser bi rêveberiyê ve di 27.12.2020an de zaroka bi navê Stêra Ehmed Şêxo ya 16 salî revandin, ku ew jî ji gundê Qiçle yê bajarê Amûdê ye.
Meheke berê jî me ragihandibû ku zarokê 14 salî yê bi navê Cemîl Idris Misto yê ji bajarokê Şiyê û li gundê Til Qerah ê devera Şehba dima, hatibû revandin.

 

29/12/2020
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê