Lêgerîna li gencîneyan

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Çekdarên Melek Şah( Sultan Murad-berê)bi fermandariya Eraba Idrîs, ku gundê Barava yê navçeya Şera (Şikaka) kontrol dikin, li pêş çavên dagirkeriya tirk ji ber lêgerîna li gencîneyan, axa li girê di navbera herdu gundên Qerqîna û Barava de bi Bildozer û Tireksan ve dûz kirin, herwiha di nava zeviyên zeytûnan de yên nêzîkî gir jî kolan ku ziyan gihandin ax û daran jî.

Ev cara diwem e, ku çekdar li heman cihî li gencîneyan digerin û axê jî dûz dikin, beriya niha jî di 15.04.2021an de me ew yek bi belge eşkere kiribû.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

05.01.2021