Li Efrînê girtin didome

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re û ji ber leşkeriya neçar, çekdarên Hemzata li gel polîsê leşkerî sibeha Yekşemê di 03.01.2012an de êrîşî mala Ronî Xelîl Dado li gundê Keferdelê yê Bajarê Efrînê kirin û ew li gel hevjîn û herdu zarokên wî girtin û birin navenda xwe li bajêr, hîn jî çarenivîsa wan ne diyar e.

Roja Pêncşemê di 03.12.2020an de dîsan bi heman tuhmetê jî çekdarên Hemzata li Taxa Mehmûdiyê êrîşî mala Ednan Mistefa Cimo yê 50 salî kirin, ku ew bi xwe jî ji gundê Keferşîlê yê bajarê Efrînê ye, û ew bi jin û zarokan ve girtin û giştî birin navenda xwe li bajêr û piştre jî radestî polîsê leşkerî hatin kirin, girtî jî ev in:
1- Ednan Mistefa Cimo, 50 salî
2- Fatme Mehmûd (naskirî bi malbata Honîkê) 50 salî
3- Rizgar Ednan Cimo, 25 salî
4- Elya Ednan Cimo, 13 salî
Tevî ku xizmên girtiyan çend caran berê xwe dabûn polîsê leşkerî lê wan nikarî zanyariyek jî li ser girtiyan bi dest bixistana, heya niha çarenivîsa wan ne diyar e.

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

05/01/2021