Qutkirina darên zeytûnan li Efrînê didome

 

NavendaNûçeyan-Efrîn:Tevî biryarên encûmenên xwecihî li Efrînê di derbarê qedexekirina birîna daran de, çekdar û hawirde berdewam daran dibirin,bêyî ku rêgirî li wan bê kirin.

Ebû Eymen hawirdeyekî ji bajarokê Resten a Humsê ye, li gundê Kwîra ya ser bi navçeya Reco ve roja Duşemê di 04.01.2021an de 9 darên zeytûnan ên welatiyê bi navê Sîdo Birîmo birîn.

Despêkê wî birîna daran înkar kir lê piştî ku belge bi wêne hebû ku wî dar birîne, li dawiyê li xwe mikur hat lê razî nebû xwediyê zeviyê zeytûnan qerebû bike!

Li gundê Bablîtê yê Navçeya Cindirêsê jî, çekdarên Hemzata roja Înê di 01.01.2021an de bêtirî 200 darên zeytûnan qutkirin, ku ew jî yên sê bira ne:
-Ebdilqadir Şêx Gedro, 100 dar.
-Ebdila Şêx Gedro, 70 dar.
-Mistefa Şêx Gedro, 50 dar.

Hersê birayên navbûrî li pêş Komîta Vegerandina Maf û Giliyan gilî vekkirin, lê hîn tiştek jê derneketiye.

 

 

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

05/01/2021