Efrîn…Zindanên veşartî bi serpereştiya Tirkiyê

NavendaNûçeyan-Efrîn: Ji despêka êrîşa Tirkiyê û çekdarên Îtîlafa sûrî li ser Bajarê Efrînê ve, tirkan hercar serefserên azad bi dûr xistin û bêtir pişta xwe dan diz û tundrewan da ku hem nav û nîşana şoreşa Sûriyê û opozîsyonê xirab bikin, hem jî ji bo xurtkirina nijadperestiyê û dijatiya kurdan û wan ji şerê li dijî rejîmê bi rêya rêkeftinên herêmî-navdewletî dûr bixîne, bi ser de jî desthilata wan çekdarên diz di zordariya ne mirovane li dijî kurdan firehtir kir û pişteke abûrî dane wan ji bo avakirina navendên lêpirsîn û zindanên veşartî, ew yek tev de jî bi serpereştiya Mîta Tirkiyê bi xwe birêve diçe.
Beriya niha di 07.12.2020an de me hin navendên girtinê yên di bin destê polîsê leşkerî de li navenda bajêr li gundê Maratê û navçeya Reco eşkere kiribûn, lê îro em ê behsa girtîgehên veşartî bikin, ku tenê di bin kontrola hêzên çekdar de ne û ti serweriya yasayên herêmî û dadwerîyê li wan deran nînin, lê ji ber sedemên ewlehiyê em dê tenê behsa hin girtîgehên din nakin.

01 _ Zindana Veguhestinê-Efrîn(cihê wezareta veguhestinê ya rêveberiya berê) : Çekdarên Cebhe Şamiyê bi fermandariya çekdarên ewlehiya Rejîma Sûriyê birêve dibin. Di vê zindanê de girtî bi awayekî hovane têne eşkencekirin û piştre ji bo zindana Sico li Ezazê (berê guvaşgehek bû)têne veguhestin.

02 _ Zindana Beradê-Efrîn: Ew berê weke Beradeke mezin bû, lê niha kirine zindan û ew jî di bin destê Cebhe Şamiyê de ye û girtiyên navenda bajêr têde dimînin,bi taybetî girtiyên jin, li wir jî girtî rastî eşkenceyeke canî û derûnî ya hovane tên.

03 _ Zindana Dibistana Keramê-Efrîn: Ev dibistan ji kevintrîn dibistanê Efrînê tê naskirin, ew jî di bin destê Feyleq El-Şam de ye û têde beşekî taybet bi girtiyên jin heye, ku girtî bi giştî têde têne eşkencekirin.

04 _ Zindana Mehkemê-Efrîn:Li heman mehkema berê ye( jê re digotin Serê) û taybet e bi girtiyên jin û di bin destê çekdarên Cebhe Şamiyê û Mîta Tirkiyê de ye, girtiyên jin ji her devereke Efrînê têde hene.

05 _ Zindana gundê Tirundê-Efrîn: Di bi destê Mîta Tirkiyê de ye û ji zindanên veşartî yên herî xirab tê zanîn, li wir jî girtî têne eşkencekirin.

06 _ Zindana Dibistana Ezhar Efrîn (Kulîlkên Efrînê) a taybet-Efrîn: Çekdarên Ehrar El-Şerqiyê birêve dibin û Mîta Tirkiyê jî serpereştiyê dike, piraniya girtiyan ji xelkê bajêr û gundên Efrînê ne.

07 _ Zindana Dibistana El-Îtîhad El-Erebî-Efrîn: Çekdarên Cebhe Şamiyê birêve dibin û têde beşekî taybet bi girtiyên jin heye, piştre ev zindan bû navendeke leşkerî.

08 _ Zindana Taxa Eşrefiyê-Efrîn: Ew bi xwe maleke kevin e û kes têde nebû, çekdarine diz bi fermandariya yê bi navê Ebû Idrîs birêve dibe, di vê malê de anjî zindanê de 4 ode hene, ku 2 ji wan ji bo girtiyan e û hejmara wan digihe 50-60 kesî jî.

09 _ Zindana Taxa Mehmûdiyê-Efrîn: Çekdarên Hemzat vê zindanê birêve dibin û têde bi dehan girtî hene,û têde 2 ode taybet bi girtiyê jin hene.

10 _ Zindana Taxa Vêlata-Efrîn: Ew bi xwe maleke kes lê nebû û çekdarên Ehrar Şerqiyê wê birêve dibin.

11 _ Zindana Dibistana Emîr Xubarî-Efrîn: Mîta Tirkiyê bi hevkariya çend fermandarên girûpên çekdar birêve dibe, têde lêpirsîn bi yên berê bi rêveberiya berê re kar kiribûn tê kirin.

12 _ Zindana Bajarokê Basûtê-Efrîn: Herwiha bi Zindana Kelehê tê naskirin û çekdarên Hemzat wê birêve dibin û piraniya girtiyan ji deverên di bin kontrola girûpa navbûrî ne.

13 _ Zindana gundê Xirêbê Şera-Navçeya Şera(Şikaka): Çekdarên Sultan Murad birêve dibirin, niha jî bûye zindanek di bi destê polîsên leçkerî û sivîl de.

14 _ Zindana gundê Kefercenê( Serê Kaniyê)-Navçeya Şera: Çekdarên Cebhe Şamiyê bi fermandariya Ebû Ehmed Nûr birêve dibin, girtiyên nikarîbin pereyan ji bo serbestberdana xwe bidin, li wir têne kûştin, ji ber 15-20 hezar dolar ji wan dixwazin. Di vê zindanê de girtîne hene bêtirî 2 salan li ser girtina wan derbas bûye,lê rêveberiya zindanê rê nade ew ji bo dadgehê û polîsên leşkerî û sivîl bêne veguhestin, hîn tew li wan girtiyan xwedî dernakevin û red dikin li cem wan bin. Rêveberê rêveberiya zindanê yê bi navê Ebû Brahîm gava kesek anjî parêzerek li girtiyekî bipirse îdîa dike ku mesele di destê Mîta Tirkiyê de ye û kes nikare tiştekî bike.

15 _ Zindana gundê Şingêlê-Navçeya Bililê: Zindan maleke welatiyekî sivîl ê bi navê Cemîl Mihemed Eteş e û çekdarên Hemzat, ku gundên Şingêlê, Zeerê, Elî Karo û Bêkê kontrol dikin, birêve dibin. Zindan bi xwe jî biçûk e, 15 X 5 mitroyan e, berê axirek bû, di vê zindanê de eşkenceyeke hovane bi derheqê girtiyan tê kirin, heman weke rejîmê bi eşkenceya kehrebekirinê, Blanko, Dolab, danîna hesinekî di navbera herdu destên kesê girtî, Bense ji bo hilkirina dirnaqan, şewitandina bi cixaran, kebla 4 xetî, ji ber vê eşkenceya hovane girtî carinan kerr û falince dibin.

 

 

16 _ Zindana Meydan Ekbes-Navçeya Reco: Çekdarên Feyleq El-Şam bi serpereştiya Mîta Tirkiyê birêve dibin, nêzîkî sînorê bi Tirkiyê re hatiye avakirin û têra 350-400 girtî dike û ji 10 odeyan pêk tê, ku tenê têra derbasbûna ba valahî heye. Piştî eşkencekirin û lêpirsîna seretayî girtî ji bo Tirkiyê têne veguhestin.

17 _ Zindana Mihetê(Wîstgeh)-Navçeya Reco: Navê wê ji wê yekê tê ku di wîstgeha tirêne de ye û çekdarên Ehrar El-Şerqiyê birêve dibin. Piraniya girtiyan ji xelkê navçeyê ne û bi zindana herî xirap li navçeyê tê naskirin.

18 _ Zindana gundê Kûra-Navçeya Reco: Girtîgeheke biçûk e di maleke nêzîkî gund ye, çekdarên Feyleq El-Şam birêve dibin.

19 _ Zindana Şiyê-Navçeya Şiyê: Bi Zindana Ebû Emşe tê naskirin, ji navê fermandarê girûpa wê deverê kontrol dike hatiye, eşkenceyeke hovane têde tê kirin.

20 _ Zindana gundê Qermitliq-Navçeya Şiyê: Çekdarên Mihemed Casim(Ebû Emşe) fermandarê girûpa Sultan Silêman Şah birêve dibin û di navenda ewlehiyê ya wan de ye. Di vê zêndanê de çend girtî di dema eşkenceyê de bi guleyan hatine kuştin.

 

Rêxistina Mafên mirovan li Efrînê

09.01.2021