Efrîn… revandina welatiyan û lêgerîna li şûnwaran

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Roja Şemiyê di 05.01.2021an de çekdarên Cebhe Şamiyê li xaçerêya(çariyana) Bajarê Ezazê welatiyekî gundê Hesen Dêra yê Navçeya Bilbilê ji ber ku razî nebibû bê beramber li cem wan kar bike, bi tuhmeta pêwendiya bi rêveberiya berê re û ji ber leşkeriya neçar, girtin.

Navê wî welatiyî jî Mihemed Sefer Reşo, 35 salî, ye û dixwest biçe Ezazê kaxezên tirektorê çêbike, lê ji aliyê çekdaran ve hate girtin û heya niha çarenivîsa wî ne diyar e.

Li gundê Şingêlê yê Navçeya Bilbilê jî, çekdarên Hemzata bi fermandariya Sebrî Sekran ji hefteyekê ve erdeke çandinê dikolin ku ya Mehrem Hesen e (Naskirî bi Can Kurd û ji 30 salan ve li Almaniya dimîne) . Ew erd jî guhvaşgeheke kevin tê de heye vedigere serdema romaniyan û dikeve li ser rêya Bajarokê Meydankê û gundê Şorbe, ji ber vê jî çekdar li wir li zêr û şûnwaran digerin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

10/01/2021