Tevlîhevî û nearamiya deverên bon kontrola Tirkiyê

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Li deverên di bin kontrola Tirkiyê û çekdarên bi ser ve de, tevlîhevî, nearamî, teqînên terorî, dizî, kuştin û talankirin berfireh û bê serûbin in, ku Tirkiyê vê yekê ji bo dijatiya gelê kurd û bilindkirina nijadperestiyê bikar tîne.
Roja Şemiyê di 09.01.2021an de li gundê Firêriyê yê ser bi Navçeya Cindirêsê ve di navebra çekdarên Hemzata xwe bi xwe de li ser parvekirina diziya ji xelkê gund, şer derket û di encamê de gund hate dorpêçkirin.
Roja Şemiyê di 09.01.2021an de çekdarên Semerqend li gundê Kefersefrê yê Cindirêsê otombêlek teqandin, ku ji bo terorkirina fermandarekî wan ew otombêl hatibû amadekirin. Ew fermandar jî dest daniye ser mala welatiyê bi navê Xelîl Henan û têde dimîne.
Herwiha çekdarên Semerqend li gel polîsê leşkerî li gundê Kefersefrê roja Înê jî bi êvarî bi ser mala Xelîl Ehmed Şêx Îse, 40 salê, de girtin û ew birin navenda xwe ya ewlehiyê û bi hovane eşkence kirin, di encamê de jî herdu destên wî û hewda wî şikestin û ji ber çareseriyên ji bo nexweşxaneya leşkerî hate veguhestin, heya niha rewşa wî di metirsiyê de ye.
Beriya wê, welatiyê navbûrî lawekî çekdaran rezîl kiribû ku motora xwe li pêş dermanxaneyê sikinandibû, ji ber vê ew jî hate girtin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê

10/01/2021