Tirkiyê dest ji çekdaran dikşîne û pişt dide tundrewan

 

NavendaNûçeyan-Efrîn: Wek xuya dike Tirkiyê dixwaze bi kêmtirîn nirx dest ji çekdarên Îtîlafa Sûrîyê berde, ew yek jî ji ber serkonkirina Tirkiyê ji aliyê rêxistin û saziyên mirovî û yasayî yên navdewletî ve ji ber bargiraniya kiryarên ne mirovane yên çekdaran di derheqê xelkê kurd ê resen de li herêmê.
Ji ber vê jî Tirkîyê berê wan çekdaran da deverên germ û cihên nakok weke Azerbaycan û Lîbyayê, niha behsa şandina wan ji bo Keşmîr, Somal û Qeterê tê kirin.


Di vê qunaxê de jî û ji bo bicîkirina pirojeyên xwe yên niştecîkirina berfireh û jinavbirina binyada sereke li deverên kurd li Kurdistana Sûrîyê, Tirkiyê çekdarên îslamî yên radîkal weke Desteya rizgarkirina Şamê (Heyeta Tehrîr El-Şam) ku berê bi Cebhet El-Nusra dihate naskirin, li dewsa çekdarên Îtîlafê bikar tîne û eşkere û bi rêk û pêk wan birêve dibe bêyî ku destêwerdanê di kar û kiryarên wan yên rojane de bike, bi wate van çekdarên tundrew ji bo şerê kurdan û bicihkirina siyaset û ajendayên îdiylojîk û olî weke kaxezekê li hember aliyên herêmî û navdewletî yên li dijî wê (Tirkîyê) di pêşerojê de, bikar tîne, ne ji bo şerê li hember rejîmê.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
10/01/2021